Print this page

Di heftiyekê de 924 kes bi endamtiya PKKê hatin binçavkirin

22:00:09

 

Rojava News: Wezareta navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 924 kes bi endamtiya PKK û KCKê hatine binçav kirin.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 45 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava heftiyekê de 213 operasyon encam dane. Li gor wê daxuyaniyê di encama operasyonan de 924 kes bi endamtiya PKK û KCKê hatine binçav kirin.

 

Ev daxuyaniya wezareta navxwe di demekê de ye ku piraniya kesên hatine binçavkirin, endam û rêveberên HDP û DBPê ne.

 

Bi taybet jî piştî teqîna li Qeyseriyê ya bûye sedemê kuştina 14 leşker û birîndarbûna 55 leşkerên din, operasyonên li dijî HDP û DBPê zêde bûne.