Print this page

Daxuyaniya ENKS Derbarê teqîna terorîst ya li ser baregeha Partiya Demokrata kurdistan- îran

 9:21:49 PM

RojavaNews: Duhî roja sêşemê rêkeftî 20/12/2016 an, baregeha Hêzba demokrata kurdistan - Îranê li bajarê Koya li Herêma kurdistanê rastî du êrîşên terorîst hat û têde bêhtir ji deh pêşmerge û serkirdeyekî PDKI ya bira şehîd ketin.

 

Ev kar û kiryarên terorîst û newêrek bi hemû pîver û pîvanan riswa û şermezar kirîne û hîç armancên xwe yên çepel pêk nayînin, di dema ku em vê kiryara terorîst riswa û şermezar dikin hevdem Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hevkarî û hevxemiya xwe ligel PDKI ya bira dupat dike, hêviya saxiyê ji birîndarên vê bûyerê re dikin û sersaxiya malbatên şehîdan dikin.

 

Emîndariya giştî ya ENKS

 

Qamişlo

 

21/12/2016