Print this page

Sê teqînên bihêz li rojhilatê Mûsilê pêkhatin

12:51:57

 

Rojava News: Sê teqînên bihêz li rojhilatê bajarê Mûsilê pêkhatin, ku herêm zêdetirî mehekêye hatiye rizgar kirin.

 

Sê teqînên bihêz îro 22.12.2016ê berî nîvro li taxa Gokçelî ya rojhilatê Mûsilê pêkhatin.

 

Li gor zanyariyên bidest ketine, gelek hemwelatî û leşkerên Iraqê ji ber teqînê, ku bi rêya sê wesayîtên bombekirî ve bûyer pêkhat de jiyana xwe ji dest dane û birindar bûne.

 

Taxa Gokçelî yekem taxe di bajarê Mûsilê de li rojhilatê bajêrê û ketiye ser rêya Mûsil û Hewlêrê. Herwaha dawiya meha cotmehê de di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de hate rizgar kirin.