13:04:08
Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjit Sajan duh li Hewlêrê li hevdu civiyan. Barzanî di civînê de behsa qonaxa piştî azadkirina Mûsilê kir û got, "Divê ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û derdora wê, pilaneke piralî hebe."
Duh roja Çarşemê (21.12.2016) Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjit Sajan ligel şandekê li Hewlêrê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî di civînê de ji bo piştgiriya Kanadayê ya di warê leşkerî û mirovî de spasiya wezîrê Kanadayî kir.
Barzanî da zanîn ku rewşa Herêma Kurdistanê aram û ewle ye û ji bo berhemanîn û veberhênanê derfetên baş hene û ji şanda Kanadayê daxwaz kir ku ji bo sermerazandin û veberhênana li Herêma Kurdistanê şîrketên Kanadayî teşwîq bikin.
Serokwezîr Barzanî di civînê de balkişand ser pêvajoya piştî azadkirina bajarê Mûsilê û derbirî ku divê ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û derdora wê, pilaneke piralî hebe, da ku aramî li wan deveran bicih bibe û bawerî çêbibe ku hemû koçber karibin vegerin mal û warên xwe.
Herêma Kurdistanê ji Kanadayê daxwaza alîkariya rasterast kir Wezîrê Kanadayî Sajan jî her wiha di serdana xwe de destxweşî û spasiya gel û hikumeta Herêma Kurdistanê kir, da ku di vê rewşa dijwar de him di warê leşkerî de him jî di warê mirovî de bi awayekî baş pêşveçûn.
Sajan jî balkişand ser rewşa piştî azadkirina Mûsilê û got, "Ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê divê bi beşdariya hemû aliyên Iraqê û navdewletî planeke berfireh û piralî hebe û aramî li wê deverê bicih bibe û bawerî di navbera pêkhatan de çêbibe."
Harjit Sajan di axaftina xwe de diyar kir ku aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo ku sermayedar û veberhênarên biyanî werin Herêma Kurdistanê dibe sedema teşwîqê û got hikumeta Kanadayê jî wê hewl bide ku şîrketên Kanadayî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.