11:54:41 AM
RojavaNews: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî radigihîne, hebûna PKKê ya li Şingalê dibe sedema aloziyan û li pêşiya jinûavakirina Şingalê jî dibe asteng.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê digel “Al-Monitor” derbarê nexşerêya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dema pirsa serxwebûnê derket, me hewl da çareseriyekê durist bikin, ne ku ne aramiyê çê bikin. Serxwebûna Kurdistanê dibe sedema aramiya navçê û nikarin wek berê bi Bexdayê re berdewam bin. Pirsgirêka Kurd li Iraqê pirsa wî welatî ye, Kurd li Iraqê xwe wek beşeke ji Iraqa Erebî nabîne. Ez yekem kes bûm bi awayekî fermî ev pirs bi Bexdayê re behs kir, ligel Serokwezîr Heyder Ebadî û Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê. Nexşeya vê rêyê diyalogeke cidî bi Bexdayê re ye.”
Her di wê derbarê de Barzanî got: “Heger bê şêwir ligel Bexdayê yan her awayekî din yê danûstandinan serxwebûnê rabigihînin, serxwebûna me berdewam nabe.”
Li ser helwesta Tirkiyê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Di nêrîna min de êdî ew ji Tirkiyê re ne hêla sor e. Veguhastina petrola Herêma Kurdistanê di riya Tirkiyê re bi destkefteke mezin e, ku ew derveyî pêşbîniyên me bûye.
Li ser helwesta Îranê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de Barzanî amaje kir, medyayên Îranê di her derfetekê de radigihînin ku Îran li dijî serxwebûna Kurdistanê ye.”
Her di bersiva vê pirsê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan ligel Îranê bi pêwîst dizane û dibêje: “Diyar e berî ku ew rûnin û di wê derbarê de guftûgoyê bikin, wan biryara xwe dane li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.”
Barzanî dijeyatiya xwe derbarê her operasyoneke leşkerî ku ji xaka Herêma Kurdistanê bo welatên cîran wek Îranê derbirî û li gor Barzanî jî, ku ew kar pirsgirêkên navxweyî yên Îranê çareser nakin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din de ya wê hevdîtinê de derbarê hebûna PKKê li Şingalê de ragihand, hebûna PKKê ya li herêmê dibe sedema aloziyan. Hebûna PKKê li vê herêmê pêşiya jinûavakirinê dibe asteng.
Barzanî amaje kir, ku xelkê Şingalê ji ber nîgeraniyan venagerine malên xwe, xelk nizane ka piştî vegerê dê rastî çi tiştî bên. Xelk naxwaze careke din bikeve nav pevçûnan û lewma ditirsin. Divê PKK ji bo berjewendiya gel ji herêmê derbikeve.