Print this page

Bajarên Bakûr di bin berfê de ne

11:43:46

 

Rojava News: Barîna berfa zêde jiyana li bajarê kurdan tevlîhev kir. Hate ragihandin ku ji ber berfa zêde bi sedan riyên gundan hatine girtin.

Li bajarên Kurdan berf bariya Barîna berfê li bajarê kurdan dewam dike. Hate diyarkirin ku riya di navbera Miksê-Wanê ji ber berfa ku ji saetên sibê ve dest pê kiriye hatiye girtin. Herwiha xebatên rê vekirinê jî dewam dikin.

Midûrê Xizmeta Ragihandin û Rê ya Şaxa Îdereya Taybet a Bajêr eşkere kir ku ji ber barîna berfa zêde riyên 324 gundan hatine girtin. Hate ragihandin ku xebatên vekirina riyên girtî bê navber dewam dikin.

Herwiha xebatkarên şaredariyan jî bo paqijkirina navendan bê navber dixebitin. Herwiha li Mûş û Colemêrgê ji ber berfê riyên 5 gundan qewîn bûne û rayedaran bo vekirina riyên van gundan xebat dane destpêkirin.