Print this page

Dirbêsiyê: Leşkerên Tirkiyê 2 xort li ser sînorê Rojava îşkence kirin

00:19:29

 

Rojava News: Hêzên pasevanên sînor ên Tirkiyê li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê yê li aliyê bajarê Dirbêsiya Rojavayê Kuristanê, êrişî 2 ciwanan kirin û ew bi dijwarî îşkence kirin.

 

Hat zanîn;du kesên ku birayê hev in û ji pêkhateya ereb in ji aliyê leşkere tirkiyê ve hatin îşkencekirin Kesên ku hatine derpkirin Yûsif Ebdulhemîd Yûsif e ku temenê wî tenê 16 sal e û yê din Mihemed Ebdulhemîd Yûsif e û 37 salî ye.

 

Li gorî zanyariyan, her du bira ji gundê Mihermelê ne. Ev gund ser bi bajarê Zergan ê ser bi Dirbêsiyê ve ye.

 

Her du birayan hewl didan, bi qaçaxî sînor derbas bikin û derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, lê hêzên Tirkiyê ew girtin û li wan dan.

 

Bi gotina her du ciwanan, 6 pasvanên sînor ew îşkence kirin û tekez kirin, ku îşkencekirina wan heta wê demê berdewam bû, ku ew li ser hişê xwe neman û piştre hêzên Tirkiyê ew avêtin ser sînor.