Rojava News: Asayîşa Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, wan dest daniye ser 3 peykerên ji heyama Babîlê mane ku qaçaxbiran dixwest wan bi mirxê bi 400 hezar dolaran bifiroşin.
Hêza Asayişa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand, 26ê Berfanbarê 3 peykerên dîroka wan digihîje hezar salan ku ji dema Babîlê hatine heta îro di encama operasyonekê de hatine bidestxistin.
Asayişa Silêmaniyê daxuyakirin, ‘Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê bi biryara dadwer û li gorî madeya 61 a Yaseya Şûnwaran, roja şemiyê 24ê Berfanbarê li navçeya Dokan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve operasyonek pêk anî û di encamê de 3 kes bi tohmeta qaçaxbirina şûnwarên dîrokî hatin girtin.'
Hat ragihandin yek ji kesê hatiye desteserkirin Ereb e û xelkê parêzgeha Diyala ya Iraqê ye, 2 kesên din jî Kurd in û xelkê Dokanê ne.
Parçeyên dîrokî yên di vê operasyonê de hatine bidestxistin, 3 peykerên serdema Babil, 2 moriyên giranbuha yên krîstalî û 100 Ruble pereyê Rûsî yê dîroka 1910an e.