Print this page

Urmiye: Berpirsên Îranê tiliyên 2 welatiyên Kurd birrîn

21:44:31

 

Rojava News: Berpirsên îranî yên zîndana bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, tiliyên du birayên Kurd birrîn.

 

Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, bi amadebûna beşek ji berpirsên zîndana navendî ya bajarê Urmiyê, tiliyên destên du birayên Kurd hatin jêkirin.

 

Dadgeha Komara Îslamiya Îranê pêştir ew her du welatiyên Kurd ên bi navê Feramerz û Mecîd Bêxem, bi tohmeta diziyê darizandibûn û cezayê qutkirina tiliyên destan bi ser wan her du kesan de sepandibû.

 

Îro sêşemî li zîndana navendî ya bajarê Urmiyê bi amadebûna hejmarek berpirsên zîndanê û berpirsên dadgehê, cezayê birrîna tiliyên wan her du welatiyên Kurd hat cîbicîkirn.

 

Hat zanîn, ku berpirsên îranî li pêş çavê zîndaniyên din, tiliyên Feramerz û Mecîd Bêxem qut kirine.

Birrîna tiliyên wan her du Kurdan, di demekê de ye, ku ew her du kes zêdetirî 4 salî û nîvan li girtîgeha navendî ya Urmiyê girtî bûne.