Rojava News: Endamekî civata bajarokê Şingalê diyar kir ku rêxistinên navnetewî çaverêya derketina PKK(Partiya Karketên Kurdistan) ji Şingalê ne û ti rola PKKê li Şingalê nemaye û pêwîste PKKê Şingalê vala bike.
Endamê civata Şingalê, Xeyrî Zyban ragehand ku:”Geleke başetirê ku PKKe bi rêyên aştiyane bajarê Şingalê vala bike û eger vala neke vê Şingalî hemû rêyan ji bo derxistina PKKê bikar bînin ji ber ku Şingalî dixwazên vegerne ser milk û malên xwe û ji ber PKKê ditirsin û bi ti awayekê mana PKKê di Şingalê de cîhê qebûlkirinê nîne."
Xeyrî gotiye ku:”PKKê bi hêceta arîkariyê Şingal dagîr kiriye û gelek rêxistinên navnetewî caverêya vê yekê ne ku PKKe ji Şingalê derkeve heta ku bikarin dest bi avadankirina Şingalê bikin û em hêvîdarin ku PKKe ji Şingalê derkeve heta ku rêxistinên navnetewî bikarin qesta Şingalê bikin ji bo xizmetkirinê.”