Print this page

Rêveberê ENKSê: Çend fewcekî heşdî şeibî çûne Kurdistana rojava

13:52:27

 

Rojava News: Endamekî rêveberiya encûmena niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragehand, di heyama borî de, çend fewcekî heşdî şeibî bo Kurdistana rojava hatin birin û biryare PYD ji çend navçeyeke wî beşa Kurdistanê vekişe.

 

Îro 29.12.2016ê yek ji rêveberên ENKSê Îmad Birho ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em agahdarin ku 400 çekdarên heşdî şeibî bi çekên giran ve çûne bajarê Hesekê û ew çekdarane bi fermana hikûmeta Sûriyê û bi çavdêriya PYDê çûne herêmê.’’

 

Herwaha diyar kir: ‘’Gel ne li gel PYDê ye, nikarin eniyekî berfireh ê şer li Kurdistanê vekin, ji ber vê jî duh ve dest bi helmeteke berfireh a çekdarkirina naçarî li Qamişlo destpê kirine û mal bi mal digerin ku ciwanan bibin nav rêzên YPGê, herwaha beşek ji kesên ku dibin çekdar jî piraniya wan xwandevan û karkerin.’’

 

Birho got, bendevarî hene ku PYD ji hin cîhên Kurdistana rojav xwe bikşînin û di cîhê wan de hêzên heşdî şeibî wê bên bicîh kirin, bi taybet jî li bajarê Hesekê.’’