Print this page

PYDê pişta xwe da “Rojava” û berê xwe da Sûriyê!

13:54:55

 

Rojava News: Peyva “Rojava” ji nav rêveberiya Kurdistana Rojava, ku di destê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de ye, hat derxistin.   

Rêveberiya Kurdistana Rojava, di civîna xwe ya duhde, ku li bajarokê Rimêlanê yê Qamişlo hat lidarxistin, biryar da navê rêveberiyê ji “Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakûrê Sûriyê” bibe “Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê” bi vî rengî peyva “Rojava” ku nîşana Kurdistanîbûn û kurdiniya wê herêma Sûriyê bû, jê hat derxistin.

Jixwe beriya niha berpirsekî PKKê bi navê Riza Altûn rexne li PYDê girtibû ku çima peyva “Rojava” di pênasekirina rêveberiya wê herêmê de hatiye bikaranîn.

Endama rêveberiya TEV-DEMê (PYD) Foz Yûsif li ser vê yekê gotibû, “Em dixwazin careke din tekez bikin ku kesê dixwaze yekîtiya Sûriyê weke ax û gel biparêze divê dest ji hêviyên xwe yên netewî, olî û regezî (cinsî) berde û sîstema demokratîk pêş bixin, da ku her pêkhate û takekî li xwe bigre. Eger em welatekî hevbeş dixwazin, divê em xwediyên heman maf û erkan bin. Li gorî vê nerînê, dê hevpeymaniya me ya civakî û projeya federalîzma demokratîk bibe nimûneyek ji bo yekkirina tevna civakî ya Sûriyê…”