Print this page

Pêla koçberiyê ber bi Efrînê ve berdewam e

14:11:56

 

Rojava News: Hejmarek koçber ji ber şerê li Reqa, Dêrzor, Bab, Minbic û Ceralblusê gihîştine bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.

 

Çavkaniyekê ji Efrînê ragihand ku 850 koçber ji navçeyên Reqa, Dêrezor, Bab, Tedmur, Cerablus û Minbic gihîştine herêma Efrînê. Piraniya wan jî jin û zarok in.

 

Bi gotina heman çavkaniyê, ev koçber ji aliyê başûr-rojhilat ve, derbas dibin û rewşa wan gelekî zehmet e, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Beşek ji wan jî berê xwe didine parêzgeha Îdlibê.

 

Li gorî zanyariyan, sedema sereke ya vê pêla koçberiyê jî hebûna şer û pevçûnan û herwiha zehmetiya debara jiyanê li wan deveran e ku bombebaran, topbaran, kuştin û revandin lê diqewimin.

 

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, bi hezaran niştecihên vî welatî, ji cih û warên xwe koç dikin û direvin. Beşek ji wan jî diçine herêma Efrînê.