12:24:05
Rojava News: Li taxa Başaran ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînî destê sibê ji ber sedemek nediyar di malek de şewat derket. Hate ragihandin ku ji heman malbatê 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî giran birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku li gundê Başaranê ya navçeya Dêrikê di saet 04:00an de ji ber sedemek nediyar şewat derketiye.
Piştî ku haya ciranan ji şewatê çêbûn, gazî tîmên agirkujî û xebatkarên tenduristiyê kirin.
Zergan, Abdurrahman, Zilan û Mehmet Ali Sakin ku giran birîndar bibin ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, lê tevî hemû mudexaleyan Zilan û Mehmet Ali Sakin jiyana xwe ji dest dan.
Tedawiya her du birîndarên din jî dewam dikin. Derbarê bûyerê lêbirsîn dan destpêkirin.