Print this page

Zarokên şehîdan bi gulan pêşwaziya Serokê Fransayê dikin

2:50:20 PM

RojavaNews: Dê û zarokên şehîdên Kurdistanê yên di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûne, bi gul û alên Kurdistan û Fransayê pêşwaziya Serokê Fransa François Holand dikin.

Li firokxaneya Hewlêrê amadekarî bo pêşwazîkirin li Serokê Fransayê tê kirin. Diya Ayşe ku diya 3 şehîdan e, herwiha zarokên şehîd Hocam Sorçî û şehîd Mexdîd Herkî û hejmarek ji şehîdên din yên di şerê DAIŞê de şehîd bûne, bi gulan pêşwazî li Serokê Fransayê dikin, li hember hevkarî û piştevaniya Fransa bo Pêşmerge û Kurdistanê di şerê DAIŞê de.

Îro Serokê Fransa François Holand serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive û rewşa şerê DAIŞê û navçê gotûbêj dike.

Kunsilxane Fransa li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova serdana Serokê Fransa bo Herêma Kurdistanê, ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û endamên hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive. Herwiha Holand serdana hêzên Pêşmerge û hêzên Fransî li eniyên şer dike.