Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dê serdana Herêma Kurdistanê bike û got: “Me weke Herêma Kurdistanê, di kêmkiirna aloziyên navbera Bexda û Enqerê de rol dît.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema serdana Serokê Fransayê François Hollande ya ofîsa serokwezîrtiya Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim serdana Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî li ser serdana Bînalî Yildirim a Bexdayê wiha axivî: "Dema xwe ku arîşe di navbera Bexda û Enqerê de hebû, me weke Herêma Kurdistanê rol dît, da ku em wê aloziya navbera Bexda û Enqerê kêm bikin.
Bi bextewerî ve, di wan hevdîtinên ku min di wê serdana xwe ya bo Enqerê de li gel Serokomar û Serokwezîr pêk anîn, biryara wê yekê da ku serdana Bexdayê bike."
Li gor Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê jî got: "Biryar e Serokwezîrê Tirkiyê serdana Bexdayê bike, teqez di wê serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokwezîrê Tirkiyê dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.