Print this page

Barzanî: Derketina ji Şingalê, him di berjewendiya PKKê de ye û him di ya Kurdistanê de ye

12:37:58

 

Rojava News: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hebûna PKKê li Şingalê axivî û careke din jê xwest ku ji wê derê derkeve û wiha got: "Em hêvî dikin ku PKK vekişe.

Ev tişt jî him di berjewndiya PKKê de ye û him di ya Kurdistanê de ye û him jî di ya tevahiya herêmê de ye."

Li gorî nûçeya Rûdawê, Barzanî derbarê hêzên PKKê yên li Şingalê de jî axivî û wiha got: "Polîtîkaya me eşkere ye. Berî niha jî me spasiya tevahiya wan hêzan kiriye ku alîkarî di rizgarkirina Şingalê de kir.

Niha hebûna PKKê li herêmê, hokareke wiha ye ku geşepêdan û bipêşketina wê asteng dike. Lewra em hêvî dikin ku PKK vekişe.

Ev tişt jî him di berjewndiya PKKê de ye û him di ya Kurdistanê de ye û him jî di ya tevahiya herêmê de ye."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Al-Monitorê bi Amberin Zamanê re axivîbû û di hevpeyvîna xwe de behsa mijara Şingalê û nîqaşên li ser wê dike û îdia kir ku hebûna PKKê li Şingalê dibe sedema bêaramiya li herêmê. Herwiha Barzanî  wiha jî gotibû: Ji ber PKK Şingalê ye, Şingal ji nû ve nayê avakirin… Heke hewce bike em ê hêzê bikar bînin."

KCKê li ser vê daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek dabû û tê de wiha gotibû:  ‘PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şingalê vala bike'. Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan jî eşkere kiribû ku di navbera wan û Hikumeta Herêma Kurdistanê de hevdîtin hene û dê piştî hevdîtinan ji Şingalê vekişin.

Herwiha Karayilan rexne li gotinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gitibûn û gotibû: 'Gelo ew bi van gotinan dixwaze rê li ber birakujiyê veke?'