Print this page

Raporta binpê kirinên PYDê di mehekê

12:46:39

 

Rojava News: Navendeke mafê mirovan a Kurdistanê raportek li ser binpê kirinên PYDê û rêveberiya xweser a kantonên Kurdistana rojava belav kir.

 

Raporta ku wêneyekê wê ji BasNewsê re hatiye şandin de, navenda demokrasî û mafên mirov li Kurdistanê ya bi hejmar û navnîşana binpê kirinên PYDê û kantonan a derbarê mafê mirov de binpêkirinên meha 12ê ya 2016ê belav dike.

 

Wek di raportê de tê gotin, desthilatdarên Kurdistana rojava di heyama meha 12/2016ê de heşt hemwelatî û kes bi tometa siyasî ango endambûna PDK-Sê girtine ku navên wan ew in.

Ceger Silo Endamê PDK-Sê, li Qamişlo, 02.122016ê hatiye girtin.

Mizgîn Remezan Endamê PDK-Sê li Qamişlo 02.12.2016ê hatiye girtin.

Xalid Emîn, Serbixwe, Qamişlo 02.12.2016ê hatiye girtin.

Mehmed Mihemed Emîn Hesen, Endamê PDK-Sê Tirbe Spî, li 05.12.2016ê hatiye girtin.

Bengîn Ehmed Cenêdî, Serbixwe, Dêrîk 10.12.2016ê hatiye girtin.

Nasir Ehmed Badir Endamê PDK-Sê Dêrîk di 13.12.2016ê hatiye girtin.

Seîd Yusif Endamê PDK-Sê li navçeya Elyan a Dêrîkê 15.12.2016ê hatiye girtin.

Welîd Mihemed Seîd, Endamê PDK-Sê Girkê Legê, 22.12.2016ê hatiye girtin.

 

Bûyerên kuştin û birîndar kirina çalakvanên siyasî ya opozîsyona PYDê:

 

Roja 19.12.2016ê Izet Xelîl bin Mihemed ê dayîkbûyê 1951, Muhsîn Xelîlî yê dayîkbûyê 1973, Ebdo Heneşî yê dayîkbûyê 1964 ku endamên PDK-Sê ne di bûyereke şewatê ya ne diyar de li gundê Tel Icar ê nêzîk Ezazê de hatin kuştin.

 

Roja 14.12.2016ê çekdarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê bi navê Mistefa Omer di bûyerek bi guman de bi sê guleyan hate kuştin, ku bi zorê biribûn nav rêzên leşkerî û li gundê Malikiye yê derdora Ezazê erkê leşkerî jê re hatibû dayîn.

 

Roja 02.12.2016ê alîgirên PYDê êrîş kirin ser kombûneke alîgirên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ya li Qamişloyê û pênc kes birîndar kirin û ala Kurdistanê şewitandin. Kesên birîndar ewin.

 

/ Ebdulqadir Heyfo

/ Hemze Mihemed Selîm

/ Sabîr Îbrahîm

/ Hemrîn Haco

/ Xalîd Emîn

/ Hewlêr Mizgîn Remezan

 

roja 05.12.2016ê Selah Yunis ku endamê PDK-Sê ye li nexwaşxaneyeke Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, ku ji ber îşkenceya ji aliyê PYDê û asayîşa ser bi PYDê ve hatî kirin de, çavên xwe ji dest dabûn û ji ber wê jî koça dawî kir.

 

Roja 05.12.2016ê endamên PYDê kombûneke alîgirên ENKSê dan ber keviran û jina bi navê Xalîse Resûl zaroka di zikê xwe de winda kir.