Print this page

Du welatên din konsolxaneyên xwe li Hewlêrê vedikin

12:34:59

 

Rojava News: Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, ku welateke Ewropa û welateke Asyayê konsolxaneyên xwe li herêma Kurdistanê vedikin.

 

Naha 34 welat peyvendiyên xwe bi awayê fermî li gel herêma Kurdistanê ava kirine, ku 30 ji wan konsolxaneyên xwe yên giştî, konsol û buroya balyozxane û çar ji wan jî konsolên fexrî hene.

 

Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa daxuyaniyek da K24ê û ragehand, Ermenîstanê biryar daye balyozxane li Kurdistanê veke û em li benda vekirina wanin.

 

Li gor gotinên Felah Mistefa Nemsa ango Avusturya ku welateke Ewropî ye, buroya bazirganiyê li herêma Kurdistanê vekiribû, lê naha biryar daye konsolxane veke û em li benda hewldanên balyozxaneya Nemsayê ya Iraqê ne.

 

Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, berê Brezîlyayê konsolxaneya fexrî li Hewlêr hebû, lê naha hikûmeta Brezîlyayê biryar daye konsolxane veke û em li benda diyar kirina dîplomatkarên bo konsolxanê bên destnîşan kirin dikin.