12:49:47
Rojava News: Ji ber bombebarana balefirên şer ên hêzên hevpeyman 20 çekdarên rêxistina tund a DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê hat kuştin.
Îro 04.01.2017ê balefirên şer ên hêzên hevpeyman binkeyên DAIŞê yên li bajarokên Taze û Reşadê ku başûrê rojavayê Kerkûkê ne hatin bombebaran kirin.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, ji ber bombebaranê 20 çekdarên DAIŞê li her du bajarokan hatine kuştin.