13:33:37
Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, divê gelê Sûriyê bi xwe di derbarê çarenûsa xwe de biryarê bide.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û rojeva Tirkiyê û herêmê nirxand.
Mevlut Çavuşoglu derbarê destpêkitina hevdîtinên Astanayê de heger binpêkirinan li Sûriyê nedin sekinandin, dibe ku pêvajoya Astanayê dest pê neke.
Çavuşoglu destnîşan kir bi Rûsyayê re axivîne ku divê Partiya Yekîtiya Demokratîk di hevdîtinên li Astanayê d cî negire û got ku Rûsyayê jî ew daxwaza wan fehm kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê anî ziman divê Îran jî li Sûriyê pêdiviyên garantoriya xwe bi cih bîne weke giraniya xwe bide ser milîsên şîe û hikûmeta Sûriyê.
Di berdewamiya axaftina xwe de Çavuşoglu got: “Gelo em çima diçin Qendîlê li PKKê dixin? Niha li Şingalê, ji wê derê tên. Dema ku ji aliyê Sûriyê ve werin dîsa emê herin wan terorîstan berteref bikin, ev erka me ya eslî ye.”
Mevlut Çavuşoglu amaje kir ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Minbicê hene û derbarê vê yekê de jî got: “Em dizanin ku PYD/YPGê li Minbicê ne. Weke ku duh Birêz Serokomarê me jî jê Obama re got. Obama got ku divê ev ûnsûr vekişe rojhilata Feratê, ew jî wek me difikire.”
Derheqê sistema rêvberiya Sûriyê de jî wiha axivî: “Divê gelê Sûriyê bixwe biryarê bide ka dê sistema rêveberiyê wê çawa be. Em nikarin ji derve sistemekê li ser wan ferz bikin. Divê hemû alî di rêvberiyê de xwe bibînin û ti alî neyê derkirin.”