20:36:58
Rojava News: Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pirojedestûrek bi navê “Pêşniyarek ji bo Birêvebirina Herêmên Kurdî li Sûriyê” belav kir.
Di wî pirojeyê de, ENKS navê Kurdistana Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê dike û weke herêmeke federalîzm ser bi Sûriyê ve dide naskrin. Di madeya sêyemîn ya destûra ENKSê de hatiye, ku cugrafiya herêma Kurdistana Sûriyê yek parçe ye û divê hikûmeta Herêma Kurdistana Sûriyê û hikûmeta Sûriyê dibin serpereştiyeke navdewletî de sînorên Kurdistana Sûriyê deyinin.
Madeya heştem ji destûrê behsa ala fermî dike û diyar dike ku, ala fermî ji Herêma Kurdistana Sûriyê re, ji rengê sor, spî û kesk û di nîvê alê de rojek zer bi 21 tîrêjan heye, pêktê. Di hemû dezgehên fermî de ala Herêma Kurdistana Sûriyê û ya Sûiryê bên hildan.
Li gorî madeya nehem ji destûrê, zimanên Kurdî, Erebî, Siryanî û Aşûrî li Herêma Kurdistana Sûriyê zimanên fermî ne.
Di madeyên benda çarem ji destûrê de hatiye, ku desthilatên Herêma Kurdistana Sûriyê ji Parlemento, Serokê Herêmê, Hikûmet û desthelata dadwerî pêk tên.
Hilbjartinên Parlementoyê her 4 salan tên kirin û welatiyên Herêma Kurdistana Sûriyê her 5 salan serokekî ji xwe re hildibijêrin. Kesê ku bibe serok jî nikare zêdetirî du caran xwe bibe berbijêrê wê postê, di heman demê de jî fermandeyê bilind yê hêzên parastina herêmê ye, ew hêz jî ji hêzên Pêşmerge pê tên. Hikûmeta Herêma Kurdistana Sûriyê ji 10 wezîran pêk tê û pêwîst e pişka pêkhateyan jî di nav wezîran de hebe. Herwiha rêjeya jinan ne kêmî nêvî be. Li gorî destûrê, sizaya bidarvekirinê li Herêma Kurdistana Sûriyê tune ye.