10:21:34
Rojava News: Bi sedema şer û pevçûnan li gelek navçeyên Sûriyê, pêla koçberiyê ber bi herêma Efrînê ve berdewam e.
Çavkaniyeke xwecihî ji Efrînê ragihand, ku 950 koçber gihiştine herêma Efrînê. Piraniya wan ji navçeyên Bab, Reqa, Dêre Zor, Cerablus, Ebû Kemal, Ezaz û Şehbayê ne.
Li gorî ragihandina berpirsên deriyê rojhilatê herêma Efrînê, piraniya koçberên van 48 demjimêran ji bajarê Ezazê ne, piştî ku teqîna ku li vî bajarî çêbû, ku di encamê de bêhtir ji 50 kesî hatibûn kuştin.
Bi gotina koçberan bi xwe, ew ji ber rewşa şer û pevçûnan reviyane ber bi Efrînê ve. Lê bi sedema nabûna pêdawîstiyên girîng ji derman û xwarinê, herwiha ji ber serma û zivistanê jî, ew koçber gelek zehmetiyan dibînin.
Tê zanîn ku ji 25ê Gulana 2016an ve pêla koçberiyê ber bi herêma Efrînê ve nerawestiyaye.