Print this page

Rojhilat: jineke kurd xwe kuşt

10:47:30

 

Rojava News: Duh li Îranê li bajarê Kurdan ê bi navê Şinoyê jineke Kurd a 34 salî xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyên li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) duh li bajarê kurdan ê bi navê Şinoyê jineke kurd a bi navê Sûmeyye Aye û 34 salî xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Hat diyar kirin ku ew jina kurd a ku dawî li jiyana xwe anî, dayika 2 zarokan bû. Komeleyê her wiha dest nîşan kir ku xwekuştin di nava jinên kurd ên Îranê de gihîştiyeke radeyeke metirsîdar û got tenê li bajarê Şinoyê di nava meha dawiyê de 5 jinên kurd dawî li jiyana xwe anîne.

Hêjayê gotinê ye ku bajarê Şino li Îranê ew bajarê kurdan e ku bêderfetî, bêkarî, xizanî û belengaziya herî zêde li wir heye.