Print this page

Qamişlo: Alîgirên PYDê êrişî Yekitiya Xwendevanên Demokrata Kurdistanê kirin

13:11:47

 

Rojava News: Li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava, alîgirên PYDê êrişî endamên Yekitiya Xwendevanên Demokrata Kurdistanê kirin û yek ji wan bi giranî birîndar kirin.

Berpirsê Yekitiya Xwendevanên Demokrata Kurdistanê li Qamişlo, Şurî Ebdulrehman ragihandiye, alîgir û endamên PYDê êrişî wan kirine û di wê bûyerê de endamekî wan bi giranî birîndar bûye.

Şukrî Ebdulrehman her wiha gotiye, gelek cihên laşê wî endamê wan şikestiye û niha li nexweşxanê tê dermankirin.

Wî berpirsê Yekitiya Xwendevanên Demokrata Kurdistanê, daye xuyakirin ku ev cara yekem nîne alîgirên PYDê êrişî wan dikin, çimkî heta niha çend carên din jî êrişî endamên wan kirine û heqaret li wan kirine.

Yekitiya Xwendevanên Demokrata Kurdistanê ya Rojava, ku girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ye, sala 2013 hatiye damezirandin.