23:10:41
Rojava News: Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Bazirganiya Derve û Geşepêdan û Hevkarî ya Holandayê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina li gel Wezîra Bazirganiya Derve û Geşepêdan û Hevkarî ya Holandayê lilianne Ploumen de, ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her core guhertineke serdemiyane amade ye.
Îro sêşemî 10-1-2017 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Bazirganiya Derve û Geşepêdanê û Hevkarî ya Holandayê, Elisabeth Maria Josepha "Lilianne" Ploumen û şandeka pê re kir.
Wezîra Bazirganiya Derve û Geşepêdanê û Hevkarî ya Holandayê bi giring nirxandina qurbaniyên Pêşmerge ji bo rizgarkirina deverên cuda û parastina bingehên mirovî û parastina mirovatiyê, xuya kir, ku hemû cîhan wan qurbandîdanên pêşmerge bilind dinirxîne.
Lilianne Ploumen herwiha spasiya gel û Hikûmeta Kurdistanê kir, ku zêdebarê rewşeka dijwara darayî, pêşwazî li hijmareka zêde ya koçber û penaberan kirine û xizmetkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş kirine.
Ploumen bal kişande ser rewşa awareyan û kapnên wan ên li Herêma Kurdistanê û tekezî li ser çareserkirina kêmasiyên di nava kempan de kir,
Ploumen herwiha got, ku divê civaka navdewletî pitir alîkariyê pêşkêşê koçberan bike û pêdagirî jî li ser dema piştî azadkirina Mûsilê, vegerandina baweriyê di navbera pêkhateyên cuda yên deverê de, dabînkirin û parastina asayişê û avedankirina deverê jî kir.
Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve, spasiya serdan û têbînî û nêrînên Wezîra Bazirganiya Derve û Geşepêdan û Hevkariyê ya Holandayê kir û ew piştrast kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser alîkarîkirina koçber û penaberan berdewam dibe.
Nêçîrvan Barzanî herwiha da xuyakirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her guhertin û pêşveçûneka serdemî berhev e, bi awayekê ku di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de be.
Her derbarê vê mijarê de, Serokwezîr Barzanî xuya kir, ku Herêma Kurdistanê dikare sûdê ji pisporî û ezmûna dewlemend a Holandayê werbigire, ji bo vê yekê jî her du alî dikarin komîteyên hevbpar ava bikin.
Barzanî herwiha daxwaz kir, Holanda li ser asta navdewletî rolê xwe bilîze, da ku di vê rewşa dijwar de civaka navdewletî alîkariya Herêma kurdistanê bike.
Elisabeth Maria Josepha "Lilianne" Ploumen di 12ê July a 1962 ji dayik bû ye.
Kesatiyeke siyasî yê welatê Holandayê ye û endamê Partiya Karker a Holanda (Labour Party ango PvdA) ye.
Niha jî di kabîneya Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte de, Wezîra Bazirganiya Derve û Geşepêan û Hevakriyê ye.