2:14:32 PM
RojavaNews: Wezîra Berevaniya Holandayê Jeanine Hennis piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dubare kir û daxuyand, ku ji bo pêşmerge gelek planên wan hene.
Wezîra Berevaniya Holandayê Jeanine Hennis, ku di çarçoveya serdaneke fermî de hatibû Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand, “Em dest ji Pêşmerge bernadin Planên me hene, ku em zêdetir alîkarî bidin Hêzên Pêşmerge.”
Jeanine Hennis herwiha got; “Ev çend sal e em piştgiriya Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan dikin. Bêguman dê hevkariyên me bidomin. Ji ber ku ew ji bo têkbirina DAIŞê hêzeke sereke ne. Gelek plananên me ji bo Hêzên Pêşmerge hene. Em dizanin, ku şerê DAIŞê şerekî dirêj e.”
Wezîra Bezirganiya Derve û Geşepêdanê ya Holandayê Lilianne Ploumen jî eşkere kir, ku ji bo alîkariya koçberên li Kurdistanê, bi rêya Neteweyên Yekgirtî ew dê 5 milyon euroyan bidin.
Lilianne Ploumen ji Rûdawê re got; “Holanda duyemîn welat e ku herî zêde alîkarî daye Iraqê. Sala derbasbûyî me 25 milyon euro pêşkeş kiribû Plana me ew e, ku bi rêya Neteweyên Yekgirtî 5 milyon euroyên din jî, ji bo alîkariya koçberan terxan bikin.”