Print this page

Dewleta kurdî bi rê de ye û em ti carî nebûne beşek ji Iraqê heta em veqetin

13:28:45 

 

Rojava News: Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê(PDK) Hêmin Hewramî diyar kir ku dewleta kurdî bi rê de ye û teqez dê çêbibe lê diyar kir ku divê ev tişt bi gotûbêjên li gel Bexdayê pêk were.

Hewramî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya misirî ya Sewt El-umayê de diyar kir ku DYA û Ewropayê daxwaza wan a serxwebûnê pesend nekiriye lê herwiha li dijî wê daxwazê jî derneketine.

Herwiha rayedarê Kurdistanî teqez kir ku kurd dê dewleta xwe ava bikin, ji ber ne pêkan e ku beşek ji rewşa Iraqê ya heyî bin û herwiha beşek ji siberojeke nemisoger bin, nexasim piştî qanûnîkirina Heşdî Şeibî û Heşda Eşîran û têkiliyên ne-aştiyane yên di navbera şîî û suniyan de.

Ji aliyê din ve, Hewramî tohmeta "veqetînxwaziyê" li dijî kurdan red kir û teqez kir ku jixwe ew ne beşekî Iraqê bûn, heta jê veqetin û bal kişand ser mercên navxweyî, herêmî û navdewletî û got, eger merc niha ji bo serxwebûnê ne guncav bin jî, ev nayê wê wateyê ku di siberojê de, ew dê guncav bibin.

Hewramî li ser pirsyara bê gelo dema serxwebûna Kurdistanê nêzîk bûye yan na, wiha got: "Mafên çarenûsê mafekî suriştî yê hemû gelan e. Di destpêka sedsala borî de, piştî ku dewleta Osmanî rûxiya, em hatin neçarkirin ku em bibijêrin bê em bibin beşek ji Iraqê ya Tirkiyeyê.

Me Iraq bijart lê hemû hikûmetên iraqî yên heta sala 2002an hatin, em çewisandin, piştguh kirin û li derve hiştin. Pirs jî ev e, para kurdan çi bû? Bersiv ev e; kuştin, komkujî, bombebarankirina kîmyewî, valakirina 4.500 gundî bû". "

Ji aliyê din ve, Hewramî teqez dike ku kurd li ser xaka xwe dijîn û wiha dibêje: "Pirs ev in; gelo em li ser xaka xwe dijîn an li ser xaka hinekên din? Gelo me gundekî erebî yan jî bajarekî erebî dagir kiriye? Berî Iraq sala 1921ê bê damezirandin, kurd û Kurdistan li ser xaka xwe hebûn? Em beşek ji keyanekî bi navê Iraqê bûn? Em ne veqetînxwaz in, ji ber em ticarî nebûne beşek ji Iraqê. Em dixwazin gelê me, di pêvajoyeke aştiyane û demokratîk de biryarê bide bê çi dixwaze. Divê rewşenbîrên ereb û raya giştî ya erebî têbigihêje ku em beşek ji çareseriyê ne, ne beşek ji kêşeyê ne. Em mafên xwe yê çarenûsê dixwazin."

Hewramî ji bo helwesta DYAyê û dewletên rojavayî bo biryara serxwebûna Herêma Kurdistanê wiha got: " Ev cara yekem e di dîrokê de û li Rojhilata Navîn ku kurdên Iraqê di lîstika siyasî de beşdar in û beşek ji yarîgeha siyasî ne."

Mesrûr Barzanî: Em serxwebûna xwe dixwazin Rayedarê Kurdistanî li ser rewşa navxweyî ya Kurdistanê û dabeçbûna û nakokiyên nav partiyên Kurdistanê wiha got: "Ji aliyê siyasî ve, ne yek in lê ji aliyê stratejîk ve, hemû partiyên Kurdistanê xwedan yek helwest in û ew jî ku mafê çarenûsê û serxwebûnê dixwazin û yek kurd tine ku li dijî vê derkeve".

Hewramî li ser pirsyarê bê gelo sînorê dewleta kurdî dê tenê ya Iraqê be yan dê Kurdistana mezin be, wiha got: "Tenê Herêma Kurdistanê ya di nava Iraqê de ye. Ti stratejiyeke me tine ji bo em dewleteke kurdî ji beşên kurdan ên li Tikriye, Îran û Sûriyeyê ava bikin. Ji ber kurd li wê derê xwedî serokatiyên cuda ne û dîtinên wan ên çandeyî û siyasî ji yên Kurdistana Iraqê cuda ne."

Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re, Hewramî wiha got: "Helwesta me ji Tirkiyeyê gelekî zelal e. Tirkiye ji bo me cîraneke stratejîk e. Tirkiye bû ya ku hewlest û stratejiya xwe ji sala 2002an ve li himberî Herêma Kurdistanê guherand û dest ji înkarkirinê û redkirina hevkariya li gel Herêma Kurdistanê berda.