12:31:53
Rojava News: Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Seferê ya ser bi Kanîmasiya navçeya Amêdiyê bombebaran kirin û di encamê de 4 xanî bi temamî wêran bûn.
Şeva derbasbûyî (13-01-2017) firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê bi hênceta hebûna kampên PKKê, devera Kanîmasî ya navçeya Amêdiya Duhokê bombebaran kirin.
Di dema bombebaranê de gundê Seferê jî bû amanc û di encama bombebaranê de 4 malên gund ketine ber bombebaranê.
Derbarê mijarê de hemwelatiyekî ji gundê Seferê ragihand, ku ti zirara canî çênebûye lê xaniyên wan bi temamî hatine hilweşandin û xelkê gundên deverê jî newêrin ji tirsan birazên.
Welatiyê navborî got; “Em bi armanca serdanekê jig und derketibûn. Agahiya me hebû ku firoke li ser gundê me dizivirin û bombebaran dikin. Dema em vegeriyan male xwe me dît ku 4 xanî bi temamî wêran bûne.”
Gundê Seferê 15 kîlometreyan ji nahyeya Kanîmasiyê dûr e û 6 malbat di gund de dijîn.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di 15 salên dawiyê de ji ber bombebarana Tirkiyê 361 gund li sînorê parêzgeha Duhokê hatine valakirin.