Print this page

ENKS dixwaze bi şandekî serbixwe here Astanayê

12:44:05

 

Rojava News: Endamê Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Şelal Gedo ragihand, ENKS hewl dide weke şandekî serbixwe beşdarê danûstandinên Astanayê bibe.

 

Şelal Gedo derbarê çawaniya beşdarbûna ENKSê ya danûstandinên Astanayê de diyar kir, ew bi niyet in bi şandekî serbixwe beşdarî danûstaninên navbera hikûmeta Sûriyê û mûxalefetê, bibin. Herwiha daxuyand, ew li hêviyê ne, ku bi awayeke serbixwe werin vexwendin.

 

Biryar e di 23ê Çileyê de li paytexta Kazakistanê Astanayê hikûmeta Sûriyê û aliyên mûxalefetê, di bin garantoriya Rûsya û Tirkiyê de, bi armanca çareserkirina şer û aloziyên li Sûriyê bicivin.

 

Ji aliyê din ve Rûsya razî bûye, ku Amerîka di guftûgoyan de amade be lê Tirkiye naxwaze PYD beşdar bibe.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu li Cenevê ragihand; “Rûsya razî bûye, ku pêwîst e Amerîka jî di guftûgoyan de amade be. Li ser vê mijarê me ligel Rûsyayê lihev kiriye.”

 

Çavuşoglu herwiha got; “Divê em jib o berdewamkirina agirbesta Sûriyê kar bikin. Ji ber ku agirbest bingeha destpêkirina danûstandinên Astanayê ye.”

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir, ku ji destpêkê ve wan gotiye, nabe PYD beşdarî civînan be û daxuyand; “Kengî PYD û YPGê dest ji çekan berdan û pabendê yekparçebûna axa Sûriyê kirin, wê demê dikarin di nav alien danûstandinan de cîh bigrin.”

 

Roja 30ê Kanûna 2016ê Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê agirbest ragihandin, hikûmet û mûxalefeta Sûriyê jî eşkere kir, ku ew dê pabendê agirbestê bibin. Agirbest tenê grûbên tundrew ên weke DAIŞ û Bereya Nûsrayê venagre.