Print this page

Balafirên Tirkiyê çar malên welatiyên Kanîmasiyê wêran kirin

Rojava News: Balafirên şer yên Tirkiyê bi hêceta hebûna navendên  PKKê li sînorê bajarokê Kanîmasiyê bobebaran kirin û di encama vê yekê de çar malên welatiyan hatine wêran kirin.

Rêveberê bajarokê Kanîmasiyê, Elend Guge bo BasNewsê ragehand ku:”Balafirên şer yên Tirkiyê gundê Serferiyanê li wê bajarokê bobebaran kirine û di encama vê yekê de çar mal hatine wêran kirin lê belê ti ziyanê canî çê nebûne.”

Wî berpirsî got:”Çekdarên PKKê li wê sînorî de hatûçûyê dikin û vê carê xwe nêzîkî gund kirine û bi vê sedemê jî balafirên şerê ew gunde bombebarn kirine.”