13:03:57
Rojava News: Piştî ku di encama bi mehan şerê li navçeya Sûrê ya Amedê û wêranbûna bajêr, tê îdiakirin ku plana îmarê ya Surê hatiye guhertin û dê li hemû taxan qereqol bên avakirin û raçînga dîrokî û mîmarî ya Sûrê ji holê bê rakirin.
Sertaç Kayar Serokê Lijniyeya Rêveberiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Emin Koramaz di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê de li ser plana guhertina Sûrê agahî dan.
Koramaz têkildarî Guherandina Plana Îmarê ya Bi Mebesta Parastinê ku ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarasaziyê ya Tirkiyê li navçeya Sûrê hatiye peyitandin de axivî û wiha got: "Bi vê guherînê dê li hemû taxan qereqol bên çêkirin, dê hemû tax bi dîwarên 8 metrekareyî yên emniyetê bên hawirdorkirin û tê dîtin ku dê hemû raçînga dîrokî û mîmarî ya bajêr ji holê bê rakirin."
Koramaz di berdewamiya nirxandinên xwe de anî ziman ku, wan bi girtin, dûrxistina ji kar, operasyonên derveyî sînor, binçavkirinan dest bi sala nû kiriye û wiha axivî: "Bajarên me veguherandin qadên şer.