Rojava News: Berpirsê Rêvebir ê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl radigihîne, Doza Kurdî ji girtin û zîndankirinê mezintir e.
Azadkirina Mihemed Ismaîl piştî wê yekê tê, ku 153 roj di ser girtina wî û zîndanîkirina wî ji aliyê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser re derbas bibû.
Mihemed Îsmaîl ji ragihandinê re got: “Doza Kurdî ji girtin, zîndan û qurbaniyên ku em didin mezintir e. Yekrêziya Kurdî gelekî girîng e û stratîjîk e ji berjewendiyê gelê me re ye. Heger TEV-DEM û desthilata li ser erdê heye çendî pirsgirêkên ji gel re çê kiriye, kêm bike, ewê têkeve berjewendiya gel de.”
Îsmaîl got jî: “Bi hêvî ne ku zîndanî bên azadkirin û kêmasî û kiryarên bi mafê gel têne kirin bêne rakirin, ji ber ku gelek kiryar û binpêkirin di yasa û qanûnan de hene.”
Mihemed Ismaîl di 15ê meha Tebaxa sala 2016an de, di merasîma rakirina cenazeyê pêşmergeyê Rojava şehîd Hebîb Qedrî de, ligel hejmarek ji berpirsên ENKSê ji aliyê Asayişa Rêvebriya Xweser ve hatibû girtin.