Print this page

Civîna Barzanî û Joe Biden bi dawî bû

23:21:40

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di kevana Korbenda Davosê de bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya.

Civîna Barzanî û Biden saet 16:00 li gorî dema Hewlêrê dest pê kiriye.

Barzanî û Biden di vê hevdîtinê de, derbarê şerê li dijî DAIŞê, pêşhat û rewşa herêmê û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de gotûbêj kirine.

Biryare îro Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Norwêjê Borge Brende jî hevdîtinekê pêk bîne.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê li gel Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte û çend berpirsên din ên welatên cîhanê bicive, lê belê hêj dema hevdîtinan nehatiye aşkerekirin.