Print this page

Mesrûr Barzanî: Ji bo kurdên Rojava tenê garantiyek heye

 

 

Rojava News: Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand. Cîbicîkirina rêkevtinên berê yên navbera aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya navbera wan, garantiya bi dest xistina mafên gelê kurd di pêşeroja Sûriyê de ye.

Çarşemiya 18ê Çileya 2017ê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li li Şanderê Taybetî yê Holandayê yê bo Karûbarên Sûriyê Gerard Steeghs û şandeke pê re kir.

Derbarê hevdîtinê de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Şêwirendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina li gel Şanderê Taybetî yê Holanda bo Karûbarên Sûriyê Gerard Steeghs de, li ser kirîza Sûriyê û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna li dijî terorê de gotûbêj kir.

Mesrûr Barzanî di vê hevdîtinê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û ji bo gihîştina gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, tekezî li ser cîbicîkirina rêkevtinên pêştir ên navbera hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê kir û ew yek bi xaleke giring da zanîn.

Mesrûr Barzanî ragihand, ku bo bi dest xistina mfên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêwîst e rêkevtinên berê yên Hewlêrê û Duhokê ku di navbera hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê de hatibûn îmzakirin, werin cîbicîkirin û hemû alî bi wan rêkevtinan pabend bin.

 

Barzanî herwiha diyar kir: Yekîtiya refên kurd, dê pêşeroja wan li Sûriyeya dahatî de dabîn bike. Qorixkarî (zewtkirin) û takrewî (xweferzkirin) metirsî li ser pêşeroja kurdan li Sûriyê çêkiriye.

 

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir: cîbicîkirina rêkevtinên berê yên navbera aliyên kurdî yên Rojava û yekrêziya navbera wan, garantiya dabînkirina mafên gelê kurd di pêşeroja Sûriyê de ye.

 

Li gorî daxuyaniyê, Şanderê Taybetî yê Holanda bo Karûbarên Sûriyê Gerard Steeghs jî di vê hevdîtinê de, amaje bi şerê li dijî DAIŞê û têkoşîna kurdan û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan de kir.

 

Gerard Steeghs got: “We di eniyên pêşî yên şerê li dijî terorîstên navdewletî de bûn, her ji ber wê di çawaniya çareserkirina arîşeyan de, nêrîna we li cem giring in û em mifayê jê werdigirin.”

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Konsulê Giştî yê Holanda yê li Hewlêrê John van der Zande jî di hevdîtinê de amade bûye û tê de behsa rewş û pêşhatên li Herêma Kurdistanê kiriye. John van der Zande di axavtina xwe de rola Herêma Kurdistanê di pêşhatan de bilind nirxandiye

 

Konsulê Giştî yê Holandayê  herwiha daye xuyakirin: “Herêma Kurdistanê şirîkekî giring e û em weke Hikûmeta Hollandayê hewû hewlên Herêma Kurdistanê bo çareserkirina mijarên hevbeş bilind dinirxînin.”