Rojava News: Bi hêceta hebûna PKKê di deverê de balafirên Tirkiyê çand deverên Qendîlê bombebaran kirin.
Firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê êrişî devera Biradost û herêma Qendîlê kirin û çendîn cihên li 11 gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Îşev çarşemî 18ê Çileya 2017ê, çend firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê derbasî sînorê emsanî yê Başûrê Kurdistanê bûn û êrişî çend cihên li devera Biradsot û herêma Qendîlê kirin.
Bombebarana firokeyên Tirkiyê berî nîv saetan li herêmê dest pê kiriye û hêj berdewam e.
Herweha firokeyên Artêşa Tirkiyê li sînorê Biradost û Qendîlê êrişî çend gundan kirine û çend cih bombebaran kirine.
Firokeyên Tirkiyê, gundên Bokrîskan, Kurtek, Înzê, Qelatukan, Sûre Dê û Navdeşt li Bintara Qendîlê bombebaran dikin.