11:20:21
Rojava News: Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Urdinê û Wezîra Berevaiya Almanyayê û Holandayê civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Wezîrê Deve yê Urdinê Eymen El-Sefedî civiya û di hevdîtina de Wezîrê Derve yê Urdinê rêz û silavên Şahê welatê xwe, Şah Ebdulah ji bo Serokê Herêma Kurdistanê ragehnad û amaje kir bi peyvendiyên di navber Şahê Urdinê û Herêma Kurdistanê de kir û ew peywendiyene dîrokî û girîng dane zanîn.
Li beramber de Barzanî silv û rêz ji bo gel û Şahê Urdinê şand û tekezî li ser pêşxistina peyvendiyan de navber herdu aliyen de kir.
Her li roja duyem ya civînê de Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîra parastina Almanyayê, Von Der Leyen û Wezîra parstina Holandayê Jeanine Hennis jî civiya.
Di hevdîtinê de behsa peyvendiyên kurdistanê û her yek li welatên Almanyayê û Holandayê ji aliyê leşkerî û şerê DAIŞê hat kirin û destxweşî li Barzanî û Pêşmergeyan hate kirin.
Herweha Barzanî du hevdîtinên girîng li gel her yek li Serowezîrê Holandayê, Mark Rute û Serokê Azerbaycanê, Îlham Eliyêf hene.