Print this page

Barzanî ji Washîngton Postê re got: "Serxwebûn ne xewn û ne jî xeyal e"

14:45:28

 

Rojava News: Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel Washîngton Postê de got: "Hevkariya îstixbaratî di navbera me û Amerîka de didome. Em li benda alîkariyên leşkerî û siyasî yên rêveberiya Serokê Amerîkayê yê nû Donald Trump in. Em hêvîdar in Amerîka xeletiyek din neke û hêzên xwe ji Iraqê dernexîne."

Li ser şerê tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê jî Barzanî gotiye ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê di warê leşkerî de gelekî lawaz bûye. Lê mirov nikare vê gavê pêşbîniya wê yekê bike ka dê Mûsil kengî bi temamî azad bibe. Helbet azadkirina Mûsilê nayê wateya nemana DAIŞê çimkî tirsa wê heye DAIŞ piştî şerê Mûsilê taktîkên din bikar bîne. Şerê DAIŞê tenê şerekî serbazî nîne, şerekî aborî û îdolojî ye jî."

 

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ji bo serxwebûna Kurdistanê jî gotiye: "Kurdistana serbixwe xewn û xeyal nîne û em ê hemû hewlên xwe bo wê yekê bidin.