22:33:27
Rojava News: Endamê Qiyadeya Qutirî ya partiya Beis ya Sûriyê Xelef El Muftah li bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistan dest bi civînên hizbî yê partiya xwe kir.
Li gor nuçeya malpera Rudaw Xelef El Muftah ligel Şandeke pilebilind a partiya Beis a Sûriyê duh gihşt balafirxaneya Qamişlo û îro li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê dest bi kongreyên xwe yên hizbî kirin.
Serdana berpirsên partiya Beis û Hikûmeta Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê û bajarên kurdî di demekê de ye, ku ew herêm di bin desthilata ‘Rêveberiya Xweser’ de ye, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ku herî dawî di Kongreya Rimêlanê de, navê wê herêmê bi ‘Federaliya Bakurê Sûriyê’ hat guherandin.