Rojava News: Nadiya Murad keça êzîdî ku ji destê DAIŞê hatibû azadkirin spasiya Serokê berê yê Amerîkayê, Barack Obama kir.
Balyoza niyetpakiya NY(Netewên Yekbûyî), Nadiya Murad di Tiwittera xwe de dinivîse ku:”Ez spaskuzariya îdareya Serokê Obama dikim ji bo alîkariyên dana wan.”
Wê herwaha taybet spasiya balyozê Amerîkayê li NY, Samanth Power û Cîgirê Serokomarê Amerîkayê Jeo Baiden û Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry, herwaha nûnerê taybet yê Obama li hevpeymaniya dijî DAIŞê, Brett McGurk kir.
Herwiha Nadiya Murad di destpêka destbikaribûna Serokê Nû yê Amerîkayê, Donald Trump de hêvî xwest ku Trump şerê dijî terorê û piştevanîkirin li kemîneyên olî, wek plana serke di karê xwe de danê.