12:41:42
Rojava News: Endamekî rêveberiya ENKSê dibêje, me daxwaz ji Amerîka kiriye pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Rojava bibin.
Endamê rêveberiya ENKSê Seîd Omer di wê derbarê de got, di demek nêzîk de şandeke ENKSê dê tevlî hevdîtina aliyên şerê Sûriyê, ku sibê li paytexta Kazaxistan-Astanayê dest pê dike, bibe.
Seîd Omer her wiha got, şanda ENKSê dê pêşniyarên xwe di civînê de pêşkêş bike û wek pakêtekî bo paşeroja Kurdistana Rojava rave bike.
Omer derheqê naveroka wê pakêtê de jî nexwast agahiyan bide tenê got, hinek tişt hene em niha naxwazin eşkere bikin.
Wî rayedarê ENKSê da zanîn ku ji rayedarên Amerîkî re gotin divê pêşmergeyên Rojava ku niha li Başûr in, derbasî Kurdistana Rojava bibe û got, Amerîka heta niha bi temamî razî nebûye lê li dijî wê jî derneketiye.
Pêşmergeyên Rojava, ku hejmara wan zêdetirî 3 hezar kes e, li Kurdistana Başûr tevlî şerê DAIŞê bûne lê PYD nahêle ew derbasî Kurdistana Rojava bibin.