13:13:53
Rojava News: Bombeyeke çandî li Til Hemîsê ya Rojavayê Kurdistanê di otombîlekê de teqiya, di encamê de 3 welatiyan canê xwe jidest dan û 4 zarok birîndar bûn.
Şeva borî li gundê Sadiya Mezin ya ser bi navçeya Til Hemîsê ve bombeyeke çandî di otombîlekê de teqiya, di encamê de 3 kesên sivîl ji yek malbatê, Neîma Ibrahîm, Heyat Ebdulhemîd Ebdê (keça Neîma) û Hisên Elî Ebdê (neviyê Neîma) canê xwe jidest dan.
Di encama teqînê de 4 zarok birîndar bûn, û birîna zarokekî giran e û metirsî li ser jiyana wî heye.
Malbata bi navê Ebdê Seqet yên ji gundê Sadiya Mezin bi otomobîla xwe ber bi bajarê Qamişlo ve dihatin dema bombe bi wan de teqiya.