Print this page

ENKS: Emê pirsa Pêşmergeyên Rojava li Astana gotûbêj bikin

13:26:14

 

Rojava News:  Endamê Serkirdatiya PDK-Sê Seîd Umer ragihand ku ewê wek ENKSê pirsa Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî bibin civîna Astana û li wir gotûbêj bikin.

Seîd Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna Astana de ENKS beşdar e û ev beşdarî pir girîng e, ji ber ku pêwendiya wê bi siberoja Sûriyê bi giştî heye û biryar hemû pirs tê de bên gotûbêjkirin, mîna çavdêriya rawestandina şerê Sûriyê û çawaniya pêkanîna encumeneke leşkerî demkî bo Sûriyê û pêkanîna hikûmeteke nû.”

Wî endamê serkirdatiya PDK-Sê wiha got: “Dema hewla pêkanîna encumeneke leşkerî yekgirtî bo Sûriyê bê dan, emê wek şanda Kurdî hewl bidin Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di nava wê encumenê de cih bigire.”