13:41:46
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, eger Heşda Şeibî yan her hêzeke din destê xwe dirêjî Kurdistanê bike dê rastî bersivek tûj were.
Serok Barzanî ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewsetê re behsa gelek mijaran kiriye. Yek ji wan mijaran, gef û tehdîdên Heşda Şeibî (milîsên şîe yên Iraqê) li ser Herêma Kurdistanê ye.
Barzanî diyar kiriye ku di nav Heşda Şeivî de hinek kes daxuyaniyên neberpirsane li dijî Kurdistanê didin û gotiye, helbet ew me nîgeran dikin lê em dixwazin êdî rûpela şer bigirin û hêza xwe bo pêşketin û xweşkirina jiyana xwe terxan bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, lê her hêza ku destê xwe dirêjî Kurdistanê bike dê rastî bersivek tûj were lewma ew hêvîdar in rewş negihê asta şer.