Print this page

ENKSê: Me li Astanayê bi nûnerên Almanya, Brîtanya û Fransayê re hevdîtin kir

01:26:52

 

Rojava News: Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ku li civînên Astanayê beşdar e ragihand ku li Astanayê pirsa leşkerî ya li Sûriyê hatiye gotûbêjkirin û şanda ENKSê jî li wir bi nûnerên Brîtanya, Fransa û Almanya rde civiya ye.

Serokê ENKSê li ser hebûna wan di roja yekem a civînên paytexta Kazakîstan Astanayê de got, ‘Em wek şanda ENKSê, em beşek in ji şanda siyasî, lewma jî em di gotûbêjên leşkerî de beşdar nebûn, lê emê di dema gotûbêjên siyasî de wek ENKS beşdar bibin'.

Li gor kdp.infoyê Îbrahîm Biro da xuyakirin ku wan di roja yekem a civînên Astanayê de, ligel nûnerên Fransa, Almanya û Brîtanyayê civiyane û got, ‘Me nêrîna xwe derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de bi wan re parve kir.'