06:05:15
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re ragihand, ku Sûriye navegere rewşa berî şer, lê dibe ku Beşar Esed li ser deshilatê bimîne. Barzanî herwiha got, zehmet e ku niha serdana Sûriyê bike, lê tekez kir, ku çêdibe di demên pêş de serdanek wisa pêk were.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya erebî ya El-Şerq El-Ewset, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê rewşa Sûriyê de got, ew bawer nakin ku Sûriyê careke din vegere rewşa xwe ya berê, û diyar kir ku li gor baweriya wî, dê rojhilat û rojavayê çemê Firatê li Sûriyê ji hev cuda bibin
Mesûd Barzanî ragihand, ku Amerîka û Rûsyayê derbarê Sûriyê de rêkevtin kirine û da xuyakirin, ku li ser Sûriyê di navbera Washington û Moskowê de bazarek heye.