06:26:53
Rojava News: Berpirsê peyvendî û ragehandinê li rêveberiya bajarê Duhokê diyar kir ku doh 23.12.2017ê demjimêr 16:00 agir bi konekî penaberên kempa Bacid Kendal ketiye û di encam de zerer û ziyanên madî çêbûne.
Hat zanîn; agir bi alîkariya agirkujan hate kontrolkirin û zerer negiheşte çadirên din.
Li sala par ve li parzêgeha Duhokê zêdetir ji 50 çadir hatine şewitandin û di encam de tenê zerera madî hebûne.