Print this page

Duktorekî kurd li Efrînê ji aliyê hêzên PYDê ve hat revandin

12:21:19

 

Rojava News: Hat zanîn ku duktorekî kurd li bajarê Efrînê yê Kurdistana Rojava ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatiye revandin.

 

Navenda Demokrasî û Mafên Mirov li Kurdistanê, ku navenda wê li Almanya ye, di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, daye zanîn ku hêzên PYDê roja 24 vê mehê li bajarê Efrînê duktorekî kurd bi navê Loqman Husên revandine.

 

Li gorî agahiyên wê saziya sivîl, nayê zanîn ew duktorê kurd, ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriye (PDK-S) ye, çima ji aliyê PYDê ve hatiye girtin.

 

Navenda Demokrasî û Mafên Mirov li Kurdistanê, bang li PYDê kiriye tevahiya girtiyên siyasî berde.

 

Ev demek dirêj e hêzên PYDê bi hêcet û behaneyên ne di cih de endam, alîgir û serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurdistana Rojava digirin, îşkence dikin û hinek caran jî dikujin.