Print this page

Dr. Ebdulhekîm Beşar Li gel Rawêjkara Siyasî Ya Balyozê Amerîka bo Karubarê Sûriyê Civiya

3:13:47 PM

RojavaNews: Duhî roja çarşemê li 25/1/2017an, xanim “Cîl” rawêjkara siyasî ya şanderê Amerîka bo Sûriyê, hat serdana Dr.Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û endamê şanda beşdar li kongirê Astana, ji bo ji nêzîk li ser kongirê Astana raweste, û gohertinên siyasî yên dawî derbarê rewşa Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdî bişopîne.

Dr. Ebdulhekîm behsa sedemên ku hiştine Rûsiya û Tirkiyê dest bi vê piroseyê bikin kir, û  lênêrîna Desteya Bilind Ya Danustandinan derbarê çareseriya siyasî û giringiya wergirtina têbîniyên ENKSê li ser rastkirina lênêrînê diyar kirin, û tekez kir ku Hevbendî û Opozisyon bi çareseriya siyasî re ne, bi mercê ku rola Esed tê nebe.

Cîgirê serokê Hevbendiyê hat li ser behsa asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê û sînaryohên çavrêkirî ,û diyar kir ku agirbest û gihandina alîkariyan û başkirina rewşa mirovî bê dîtina çareseriya siyasî di demek nêzîk de, dibe bibe fakter ku Sûriya bête dabeşkirin li ser gelek kanton û navçeyên zalgeha nêvdewletî û herêm.

Herwiha herdu aliyan behsa rola rêveberiya serokê nû yê Amerîka di fayîlê Sûrî de kir.

 

Li dawiyê xanim “Cîl” diyariyek bi navê xwe û tîma xwe ji bo Dr. Ebduhekîm pêşkêş kir, û Dr. Hekîm ji aliyê xwe ve supasiya xanim Cîl û tîma wê li ser diyariyê kir.