Print this page

Mesrûr Barzanî salvegera azadkirina Kobanî pîroz kir

13:47:30

 

Rojava News: Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera azadkirina bajarê Kobanî yê Kurdistana Rojava pîroz kir û daxwaza yekrêziyê li partî û hêzên Rojava kir.

Mesrûr Barzanî bi helkefta duyemîn salvegera azadkirina bajarê Kobanî li ser rûpela xwe ya twîtterê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe de gotiye, “Du sal berê Pêşmerge û hêzên wê deverê di şerekî mêrxasane de Kobanî azad kirin”.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê pîrozbahî li Pêşmerge û wan hêzan kiriye ku karîn Kobanî azad bikin û daxwaza yekrêziyê li hêz û partiyên Rojava kiriye.

Bajarê Kobanî yê Kurdistana Rojava, Îlona 2014 rastî êrişa DAIŞê hat. Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Pêşmerge bi çekên giran derbasî Kobanî bû. Piştî şerekî giran Kobanî roja 26 Çileya 2015 ji nav lepê DAIŞê hat derxistin.